Sê milyon Myanmarî li benda alîkariya mirovî ne
Buroya Koordînasyona Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku Myamar rû bi rû yê krîzeke kûr a mirovî ye û pêwsîtiya 3 milyon mirovî bi alîkariya mirovî heye.
Buroya Koordînasyona Karê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku Myamar rû bi rû yê krîzeke kûr a mirovî ye û pêwsîtiya 3 milyon mirovî bi alîkariya mirovî heye.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê OCHA’yê ve hate dayîn, li bajarên mîna Yangon û Mandalya û dîsa li qadên şer ên li başûr, rojhilat û rojava herî zêde mirovên li van qadan dijîn, ji krîza mirovî bandor dibin.
Li gorî NY’yê ji darbeya leşkerî ya 1’ê Sibatê û vir ve 220 hezar kes ji mala xwe reviyan. Piranî sivîl, xwe nikarin bigihînin pêwîstiyên bingehîn ên jiyanî, li herêmên dûr û li nava daristanan li bin avaniyên ne baş, bê ewlekarî dijîn.
Li hinek herêman xorek nîne. OCHA got: “Xwegihandina vê nifusê pir zehmet e. Astengiyên bîrokratîk, mîsyona erkdarên alîkariyê asteng dike.”