Saziya Enerjiya Atomê û Îranê li ser kontrola nukleerî li hev kirin

Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî û Îranê li ser materyalên kontrola bernameya nukleer li hev kirin.

Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî tevî Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê daxuyaniyeke hevpar weşand û got “Mufetîşên Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ji bo kontrol û guherandina hard dîskan xwediyê rayeya mudaxeleyê ye.”

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossî di serdana xwe ya Tehranê de ev daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê wê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî di meha Sibatê de karibe li qeydên kamerayan temaşe bike.