Artêşa Ukraynayê: Li Kurskê 82 jîwar û qadeke 1150 km2 di bin kontrola me de ne

Fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Sirskiy daxuyand ku li ser sînorê Rûsyayê herêma Kurskê ya Ukraynayê 82 jîwar û qadeke 1150 km2 di bin kontrola wan de ne.

Oleksandr Sirskiy daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku taarûza mezin a Ukraynayê li ser axa Rûsyayê daye destpêkirin di roja 9’emîn de ye.

Sirkiy ê ku bi Serokomarê Ukraynayê Volodymir Zelenskiy re hatin gel hev û got, “Operasyona ku li herêma Kurskê hatiye destpêkirin heta niha leşkerên me bi tevahî 35 kîlometreyan bi pêş ketine." 

Fermandarê leşkerî wiha berdewam kir: “Me qadek 1150 km2 û 82 jîwar xistine bin kontrola xwe.” 

Fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Sirskiy destnîşan kir ku Ukraynayê li herêma Kurskê ya Rûsyayê rêveberiya leşkerî ava kiriye. 

Rayedarê leşkerî herî dawî îdia kir ku bajaroka Sûca ya Rûsyayê bi temamî xistine bin kontrola xwe.