Rewşa Astana hê ne diyar e

Hê zelal nebûye bê ka DYA wê tevlî civîna Astanayê ya têkildarî Sûriyê bibe yan na.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf diyar kir ku ew naxwazin DYA tevlî hevdîtinê bibe. Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, Zarîf gotiye, ‘’Me ew venexwendine’’

Koordînatorê Îranê yê têkildarî Rûsya û Sûriyê yê siyasî, leşkerî û ewlekariyê Alî Şamkanî got, DYA nehatiye vexwendin. Şamkanî diyar kir, ji bo tevlêbûna DYA’yê ti sedemek nîne lê welatê xwedanê malê dikare weke çavdêr bang li DYA’yê bike.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Gasemî got: ‘’Di rewşa berdest de, divê çarçoweya 3 alî were parastin, berfirehkirin dibe ku rîskan zêde bike’’ Berdevk diyar kir ji bo asta tevlêbûnê ya hevdîtina Astanayê were diyarkirin, hevdîtinên bi Rûsya û Tirkiyê re berdewam in. Berdevkê Îranî ew îdîayên ku dibêjin di mijara tevlêbûna DYA’yê de bi Rûsyayê re li hev nakin, ne rast in.

Rûsyayê gotibû, rêveberiya nû ya DYA’yê ya Donald Tûrmp a tevlî danûstandinê Astanayê bibe wê baş bibe.

Rûniştina Astana wê Duşemê dest pê bike. Li gorî Moskowê armanc ji vê hevdîtinê ew e ku ew dixwazin agirbesta di navbera rejîmê û komên ku ji derve ve têne destekkirin were zexmkirin. Heftiya bihurî li Enqerê nêzî 30 komî li hev civiyabû û qebûl kiribûn ku tevlî hevdîtinê bibin.

Komên ku ji hêla Tirkiye, Siûdî, Katarê vê têne destekkirin bi piranî sûcên şer kirine û sûcên dijî mirovahiyê. Ji bo hevdîtinê bang li Kurdan nehate kirin. Ên ku muzakere organîze kirine û komên ku hatine vexwendin, rê li ber nîqaşa rewabûnê vekir.

Nûnerê Taybet ê NY’yê Staffan de Mîstura jî wê tevlî muzakereyan nebe lê wê temsîl hebe. Di vê rewşê de ti hêviyeke ku ji van muzakereyan çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz derkeve, xuya nake.