Rayedarên Îranê û Erebistana Siûdî li Iraqê li hev civiyan

Îran û Erebistana Siûdî ku du hevrikên herêmî ne, ji bo danûtsandinan li Iraqê ji nû ve li hev civiyan.

Danûstandinên navbera Tehran û Riyadê, di dema Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî de dest pê kiribû û yekemcar meha Nîsanê ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Hatîbzadeh 23'ê Îlonê bi daxuyaniyekê gotibû, di danûstandinan de "pêşketineke cidî" heye.

Li gorî nûçeya AFP'ê çavkaniyekî Iraqî yê nêzî hevdîtinan, "Rayedarekî Îranî li Bexdayê bi rayedarekî Siûdî re hevdîtin kir."

Herdu welatan ku Çileya 2016'an têkiliyên xwe yên dîplomatîk birîn, bi dehan sal in hevdu sûcdar dikin ku Rojhilata Navîn bêaram kirine.

Di serî de şerê li Yemenê, herdu welatan di gelek mijaran de li ber hev radibin. Riyad her wiha ji bernameya nukleerê ya Îranê bi fikar e. Erebistana Siûdî her wiha tifaqê nêz ê DYE'yê ye ku Îranê weke welatê dijmin dibîne.