Qralê Swêdê avahiyên dewletê dide dost û xizmên xwe

Kovara Scoop ragihand, Qralê Swêd Carl Gûstaf ê XVI., avahiyên dewletê bi buhayekî gelekî erzan bi kirê dide ximz û dostên xwe.

Li Swêdê, ji bo mirov avahiyekê, xaniyekî kirê bike, divê di saziyên avahiyan ên şaredariyê de bikevin rêzê. Li paytext Stockholmê jî, ji bo mirov karibe daîreyekê kirê bikin, ji her devera cîhanê bêhtir divê mirov li benda dora xwe bisekinin. Li vî bajarî ku pirsgirêka avahiyan heye, 556 hezar kes ji bo karibe daîreyekê kirê bike, di rêzê de ne. Ji bo mirov li navenda bajarê Stockholmê daîreyekê kirê bikin, divê herî kêm 15 salan di rêzê de bimînin.

Lê belê ev dor û dema bendemayînê ji bo xizm û dostên Qralê Swêdê Carl Gûstaf ê XVI. derbas nabe. Qral, 350 daîreyên jê re hatine dayîn, kengî bixwaze dikare bi kirê bide kesê dilê wî jê re dixwaze. Kovara Scoopê ragihand, Qraql 350 daîreyên li semtên herî tûrîstîk ê Stockholmê ne, bi buhayekî gelekî kêmî buhayê giştî ye, bi kirê dide xizm û dostên xwe.

Di nava kesên ku Carl Gûstaf avahî bi kirê dane wan, tevî xizmên wî, Serokê Fermandariya Giştî yê berê, siyasetmedarên rastgir, midûrên bankayan û banker jî hene.

Li gorî peymaneke dilxwazî ya navbera şaredariyan û şîrketên avahiyan, şîrket divê nîvê daîreyên fala bi kirê bide saziyên şaredariyê.

Lê belê Carl Gûstaf ê XVI. li gorî vê pîvanê tevnagere û di ser re 120 daîreyên li semta Djûrgardenê, eşkere nake bê bi kîjan buhayî bi kirê daye kê.

Şefê Rêveberiya Qraliyetê ya Djûngardenê Şagnû Andersson, ji bo pirsên Scoop ên li ser mijarê got, "Em di çarçoveya prensîba zelaliyê de nînin. Ji ber vê yekê em agahiya nadin."