Qezaya keştiyê: Sotemenî li peravên Fransayê belav bû

Ji ber qezayeke keştiyan a li Derya Spî ku destpêka vê mehê rû da û sotemenî li derdorê belav bû, peravên Fransayê gemarî bûn.

Roja 7'ê Cotmehê du keştiyên ji Tûnis û Qibrisê li cihekî nêzî peravên Fransayê li hev qelibîn û ji ber vê yekê rêjeyeke bilind a sotemeniyê rijiya nava Derya Spî. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Varê ku li başûrê Fransayê ye, sotemeniya keştiyê li Cote d'Azûr û gelek herêmên din belav bûye.

Li gorî daxuyaniyê herî kêm 49 perav ji ber sotemeniya rijiya nava deryayê gemarî bûye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo paqijkirina perav û deryayê ji sotemeniyê bi sedan kes dixebitin.

Wezîrê Hawirdor û Veguherîna Ekolojîk Françoîs de Rûgy diyar kir ku lêkolîna li ser sotemeniya rijiya nava deryayê dewam dike û berpirsyar wê werin cezakirin.