Penaber li Meksîkayê hatin sekinandin

Penaberên ji Hondurasê ku ber bi DYA’yê ve ketibûn rê, bi zextên Qesra Spî li Meksîkayê hatin rawestandin.

Demek beriya niha bi sedhezaran penaberên ji Honduras ku gihaştibûn Guatemala, xwestibûn roja Înê bikevin Meksîkayê. Lê belê li ser zextên DYA’yê rayedarên Meksîkayê, penaber paşve zivirandibûn.

Di dîmenên televîzyona Meksîkayê weşandî de tê dîtin ku li ser pireke ku Guatemalayê bi Meksîkayê ve girê dide, hatine sekinandin.

Hinek penaber vegeriyane Guatemalayê lê belê hinek jî li ser pira çemê Suchiateyê mane.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, gef xwaribû ku heke koçber bigihijin DYA’yê wê sînorê xwe yê bi Meksîkayê re bigirin.

Serokomarê Hondurasê Juan Orlando Hernandez jî êvara Înê bi hevpîşeyê xwe yê Guatemalayê Jimmy Morales re hatin li gel hev ji bo alîkarî bidin koçberan û yên dixwazin bizirvirin xwest personelên parastina sivîl bişîne.

Ji ber şerê di navbera çeteyan de nêzî 2 hezar Hondurasî ji bajarê San Petdo Sula yê 180 km li bakurê paytext Tegucigalpayê dikeve, ketibûn rê. Koçberên ku bi banga tevnên civakî derketîn rê, piştî çend saetan ku bi polîsan re hatin pêşberî hev, ’derbarsî ser sînorê Guatemalayê bibûn.