Parlementoya Êrîvanê ji bo serokwezîriyê dîsa Paşînyan hilbijart

Parlementoya Êrîvanê careke din ji bo serokwezîriyê Paşînyan hilbijart.

Serokwezîr Armen Sarkîsyan biryarnameya ji bo nûkirina peywira Paşînyan îmze kir.

Partiya Nîkol Paşînyan di hilbijartina giştî de ji sedî 54 deng stendibû û bûbû yekemîn.

Paşînyan di payîza sala 2020’an de ji bo krîza siyasî ya giran a piştî şerê Qerebaxa Jorîn bi dawî bike û meşrûiyetê ji nû ve pêk bîne, biryara hilbijartinê dabû.

Paşînyan di sala 2018’an de bi serhildana gel bûbû desthilatdar û armanca wî ev bû ku li dijî nelirêtiyê têbikoşe.