Parlamentoya Makedonyayê navê welat guherand

Parlamentoya Makedonyayê navê ku beriya niha di dengdayîna gel de hatibû qebûlkirin, pejirand.

Parlamentoya Makedonyayê di çarçoveya peymana bi Yewnanîstanê re ya meha Hezîranê navê ku gel qebûl kirî pejirand.

Li Makedonyayê ku yek ji hevparên Komora Yûgoslavya a Kevin bû parlamentoyê navê nû yê ‘Komara Makedonya ya Bakur’ qebûl kir. Di dengdanê de ya li parlamentoyê ji 120 parlamenteran 80 parlamenterî dengê pejirandin.

Li Makedonyayê pêvajoya namzetbûyina Yekîtiya Ewropa (YE) didome, Makedonya ji ber navê ji hev yê xwedî herêmekê bi Yewnanîstanê re, Atîna zext lê kiribû. Hikumeta Atîna got navê Makedonya di aliyê dîrokî de girêdayî Yewnanîstanê ye û di berdêla guhertina nav de wê mafê vetoyê yê ji bo endamtiya YE a Makedonyayê bi kar neyîne.

Tevî YE'yê serlêdana enamtiya NATO’yê ya Makedonyayê jî didome û astengiya li pêşiya vê namzetiyê jî îtiraza Yewnanîstanê ya ji bo navê welat bû.