Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swîsreyê, Parlamenterê Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Derve ya Parlamentê Nicolas Walder li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ji ANF'ê re axivî.
'JI BO JIYANEKE BI HEV RE BANGEKE GIRÎNG E'
Nicolas Walder destnîşan kir ku banga Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Ev yek banga wê yekê ye ku êdî dem hatiye li hev kom bibin. Ji bo jiyaneke bi hev re ya li Tirkiyeyê, ji bo hevkariya li Tirkiyeyê dem hatiye ku dewleta Tirk gavên şênber biavêje. Ev bang dibêje, divê Tirkiye mafên bingehîn û meseleyên esasî yên Kurdan bi rêbazên siyasî û dîplomatîk binirxîne, dema bikaranîna çekan êdî derbas bûye. Ev yek di heman demê de bangek ji bo Serokkomar Erdogan e ku bi gelê Kurd re li ser bingeha rêyên cuda bimeşe.
Bi dîtina min ev bang di heman demê de rêya parastina gelê Kurd ê li bakurê Sûriyeyê ye. Niha hikumeteke nû li ser desthilatdariyê ye û gelekî lawaz e. Vê yekê jî firsend dida hikumeta Tirk ku li vê herêmê hin operasyonan bike. Ji ber vê yekê, bi dîtina min bangeke aqilane ye û divê bê dîtin."
'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE'
Parlamenter Nicolas Walder destnîşan kir ku şertê bingehîn ew e ku li pêşberî çekdanînê wê hikumeta Tirk kîjan gava şênber biavêje û bi vî rengî dewam kir, "Dewleta Tirk divê zext û şerê li dijî Kurdan bisekinîne, destpêkê temamiya mehkûmên Kurd an jî beşek ji wan berde. Dawî li kiryarên kêfî û destdirêjiyê berde, her wiha destûrê bide ku Kurd bi rengekî fermî bê temsîlkirin û ji bo vê jî soza destûra bingehîn bide.
Ev bang peyameke gelekî xurt e ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye kirin. Kurdan eşkere kirin ku ew amade ye dest ji çekan berdin. Lê belê aliyê hember divê gavê biavêje û rêyekê nîşanî gelê Kurd bide ku ji bilî çekan dikare xwe îfade bike. Ev rê jî divê rêya siyaset û dîplomasiyê be. Neçar e ku qadeke siyasî bide Kurdan û yên çek danîne, bi vî rengî hurmetê nîşanî wan bidee. Weke bersiva li vê bangê divê Serokkomar Erdogan tavilê gavê biavêje û ragihîne ku ew ji danûstandinan re vekirî ye.
Ji bo çareseriyên şênber bêne peydakirin divê bi nûnerên PKK'ê re diyalog bê destpêkirin û di vê pêvajoyê de girîng e hemû alî sozê bidin ku serî li tundiyê nedin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê li bangê bê. Ya girîng bi esasî ev e. Yek ji aliyan ragihand ku ew amade ye dest ji çekê berde û ev yek peyameke gelekî xurt e. Hêvîdar im wê dewleta Tirk vê yekê bibîne."
'GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ AZADIYA OCALAN BE'
Nicolas Walder destnîşan kir ku xusûseke din a girîng azadiya Rêber Apo ye û got, "Yê ku bangeke bi vî rengî kir û helwest ji aştiyê nîşan da Abdullah Ocalan e. Ji bo serketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan
azad bibe. Berdana Birêz Ocalan ji bo hikumeta Tirk wê bibe nîşaneya nêta baş.
Bi dîtina min, berdana Birêz Ocalan, vexwendina wî ji bo hevdîtinên aştiyeke rasteqîn wê nîşan bide ku ew amade ne rûpelekî nû vekin. Ji ber ku bêdengkirina çekan têrê nake; divê aştiyeke mayinde bê avakirin. Divê bawerî ji nû ve bê afirandin û ev yek jî bi gavên şênber dibe. Li gorî vê yekê gava destpêkê divê azadiya Birêz Ocalan be."
'EGER ALÎ BIXWAZIN, SWÎSRE DIKARE BI ROLA XWE RABE'
Wekîlê Swîsreyî anî ziman ku di çarçoveya daxwaza herdu aliyan de Swîsre dikare bi rola navbeynkariyê rabe û di vê mijarê de got, "Swîsre xwe ferz nake ku bibe navbeynkar. Her wiha nakokiyeke ku ji aliyê navneteweyî ve weke şer nayê qebûlkirin de rewatiya xwe nîne ku vê bike. Lê belê Swîsre di vê mijarê de amade ye û bi dîtina min hem bi Tirkiyeyê re hem jî bi gelê Kurd re xwedî têkiliyeke xurt a baweriyê ye. Ji ber vê yekê em dikarin bi rolekê rabin.
Di vir de ya girîng ew e ku hikumeta me ji hikumeta Tirk û rayedarên Kurd re ragihîne ku di vê mijarê de amade ye. Rojên bê wê civîna me ya komîsyona polîtîkaya derve pêk were û ev mijar wê di rojevê de be. Perspektîfên heyî wê bêne lêkolîn û em ê binirxînin bê Swîsre dikare bi roleke çawa rabe."
'DEM HATIYE KU YEKÎTIYA EWROPA HELWESTA XWE YA LI HEMBERÎ PKK'Ê BIGUHERÎNE'
Di dewama axaftina xwe de Nicolas Walder destnîşan kir ku ew hêvî dike Ewropa beşdarî vê pêvajoyê bibe, PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne û got, "Ev biryara Ewropayê biryareke siyasî ye û ne tenê Ewropayê eleqedar dike. Hevalbendên din ên Tirkiyeyê jî PKK weke rêxistina terorê ragihandin. Ev biryar ji bo xweşkirina dilê hikumeta Tirk hate wergirtin, lê belê xwe nespart rastiyan. Belê, bûyerên tundiyê qewimîn lê belê di vir de ne teror mirov dikare qala tevgereke raperîn û berxwedanê bikin. Lewma bi dîtina min rast nîne ku mirov ji çalakiyên PKK'ê re bibêje 'terorîst'. Ev yek biryareke siyasî ye û dema ku em ber bi aştî û lihevkirinê ve meşiyan, wê wateyeke van biryaran nemîne. Bi dîtina min gavên sembolîk hene ku herdu alî jî divê biavêjin. Li gorî min, Ewropa di vê pêvajoyê de dikare bi roleke girîng rabe û berê herdu aliyan bide aştiyê. Ev yek jî wê piştî demekê bigihêje wê astê ku alî hevdu yan jî yê li hemberî hev weke 'terorîst' îlan neke."