Neteweyên Yekbûyî di şerê dijî tiryakê de bi ser neket

Li gorî raporekê Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê dijî tiryakê de bi ser neketiye. Salên dawî hem hilberîna wê, hem jî bazirganî û mezaxtina wê zêde bûye. 

Konsorsiyûma Navneteweyî ya li ser polîtîkayên narkotîkê (IDPC) ku rêxistineke civakî ya sivîl a li derveyî hikumetan e, diyar kirin ku mirina mirovan a ji ber dozaja zêde ya tiryakê, trafîka tiryakê, hilberîna wê û dejenerebûna mafê mirovan zêde bûne. 

IDPC'ê ragihand ku NY di têkoşîna li dijî tiryakê de ne serketî ye û got, "Êdî dem hatiye ku dawî li têkoşîna li dijî tiryakê bê anîn."

Konsorsiyûma ku zêdetirî 170 rêxistinên civaka sivîl di nava xwe de dihewîne, li hemberî polîtîkayên salên dawî yên NY’yê yên li dijî tiryakê rexneyên giran dike. Li gorî IDPC'ê li ser van polîtîkayan feraseta ku ji salên 1970'î şûnde bi pêşengiya serokê Amerîkayê Richard Nixon derkete holê serwer e.

Rapor bi taybetî cih dide daneyên NY'yê yên tiryak û têkoşîna li dijî sûcdaran û diyar dike, "Ev statîstîk di navbera salên 2009 û 2018'an de li tevahiya cîhanê hilberîn û bikaranîna opium, koka û esrarê ji her demê derbas kiriye."

IDPC'ê diyar kir ku mezaxtina wan jî gelek zêde bûye û di sala 2016’an 275 mîlyon kesî herî kêm carekê tiryak bikar aniye. Dema bi sala 2011’ê bê rûberkirin, zêdebûnake 31 ji sedî heye. Hat diyarkirin ku di hejmara mirinan de jî zêdebûn heye. 

Tê payîn ku NY meha Adarê ya sala 2019’an planeke çalakiyê ya li dijî tiryakê diyar bike.