Nasrallah: Em ê bersivê bidin êrişên hewayî yên Îsraîlê

Lîderê Hîzbûllah a Lubnanê Hasan Nasrallah diyar kir ku ew ê bi rengekî "guncaw û bi rêje" bersivê bidin êrişên hewayî yên Îsraîlê hemûyan.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta êrişa bi sê roketan ku heta niha kesî li xwe negirtiye, roja Pêncşemê êrişên hewayî bir ser Lubnanê. Hîzbûllahê jî piştî rojekê zêdeyî 10 roket avêt Îsraîlê. Îsraîlê jî bi topavêjê bersiv da.

Bi wesîleya salvegera şerê 33 rojan ê sala 2006'an ku Îsraîl û Hîzbûllah hatin hemberî hev, Nasrallah li televîzyonê axivî û got, "Bersiva me têkildarî êrişên hewayî yên Îsraîlê bû, ku piştî 15 salan li başûrê Lubnanê kir." Êrişên hewayî yên Îsraîlê yên sala 2014'an li hemberî qadeke li nêzî Sûriyeyê hatibûn kirin.

Lîderê Hîzbûllahê got, "Em dixwazin vê yekê ji dijmin re bêjin; Êrişên hewayî yên li dijî Lubnanê hemû wê bersiva xwe bibînin, lê belê bi rengekî guncaw û bi rêje. Em dixwazin welatê xwe biparêzin."

Nasrallah êrişên hewayî yên Îsraîlê weke "hewldaneke gelekî metirsîdar" bi nav kir û got, "Em naxwazin têkevin şerekî, lê belê em ji vê re amade ne."

Rayedarên Îsraîlê jî roja Înê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ew naxwazin ber bi "şerekî rasteqîn ve" alozî mezin bibe, lê ji vê yekê re amade ne.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê Finulê di mijara "rewşeke gelekî metirsîdar" de hişyarî dabû û ji bo agirbestê banga "lezgîn" kiribû.

DYE'yê jî bang li hikumeta Lubnanê kiribû ku tavilê avêtina roketan a şervanên Hîzbûllahê li dijî Îsraîlê rawestîne.