Mîsyonên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî

Piştî ku dewleta Tirk di bin navê 'herêma ewle' de gefa dagirkirinê li Bakurê Sûriyeyê xwar, gelên herêmê xwestin, herêma ewle di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de be.

Gefên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê, her wiha nîqaşên li ser 'herêma ewle' di navbera DYE û Tirkiyeyê de dewam dikin. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ne li dijî herêma ewle ne, lê belê divê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.

Rêveberiyê destnîşan kir, herêmeke ewle eger dewleta Tirk di nav de be wê rê li ber metirsiyên giran veke û ew ê jî vê yekê qebûl nekin.

Neteweyên Yekbûyî ku piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ava bû, ji bo karibe şer û lihevnekirina li herêmên cuda yên dinyayê çareser bike, sala 1946'an biryar da ku Hêza Aştiyê ya ser bi Konseya Ewlekariyê ava bike. Li gorî vê yekê, Hêza Aştiyê, bi dengê 9 ji 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û bi dengên pênc endamên daîmî (DYE, Îngilîstan, Fransa, Rûsya û Çîn) ava dibe.

MÎSYONÊN PÊKANÎN Û PARASTINA AŞTIYÊ

Hêza aştiyê bi beşdariya leşker, polîs, dîplomat û wezîfedarên welatên hatine destnîşankirin, tê avakirin. Armanca xwe jî ew e ku li herêmeke dinyayê, agirbesta piştî şer hatiye raighandin bi cih bîne, kontrol bike, li dijî şerê navbera aliyan tedbîran bigire, hêza rêveberiyê parve bike, hilbijartinê bişopîne, rê li ber pêşketina aborî û civakî veke, herêmê ji mayinan paqij bike û mafên mirovan bişopîne.

MÎSYONÊN XWE YÊN BERIYA ŞERÊ SAR

Operasyonên beriya şerê sar ku weke operasyonên aştiyê yên destpêkê tên binavkirin, heta sala 1990'î li deverên cuda yên dinyayê li 13 deveran bi cih hatin anîn. Ev operasyon piştre bi giranî ji bo parastina sînor û pêşîgirtina li rageşiya ji ber binpêkirina sînor, bi armanca avakirina herêmên tampon bi rê ve çûn.

MÎSYONÊN PIŞTÎ ŞERÊ SAR

Piştî ku şerê sar bi dawî bû, operasyonên aştiyê yên nifşê duyemîn li deverên cuda yên dinyayê dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de, li şûna ku hêza çekdar bê bicihkirin, bi giranî krîterên; tevlîkirina saziyên civakî yên sivîl, alîkariya însanî, çandî, siyasî, etnîkî olî, teşwîqa ji bo aştiyê û pêkhatina hilbijartinê derketin pêş.

MÎSYONÊN HÊZA AŞTIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Li Emerîka Navîn, Rojhilata Navîn, Efrîka, Pasîfîk û Ballkanan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 60 operasyonên Hêza Aştiyê pêk anî. Çend ji wan: Sudan (2005), Brundi (2004), Komara Kongo (2003), Haiti (2004), Pakistan-Hindistan (1949), Qibris (1964), Kosova (1999), Girên Golan (1974), Rojhilata Navîn (1948), Somali (1995), Tacikistan (2000), Iraq-Îran (1988), Lubnan (1958), Yemen (1963), Iraq-Qûveyt (1991), Hırvatistan (1995), Yûgoslavya berê (1992), Bosna û Hersek (1995), Tîmor a Rojhilat ( 2002), Kosta Rika-El Salvador-Guatemala-Honduras-Nikaragua (1989), Komara Domînîk (1965), Angola (1988), Ruanda (1993).

BI GOTINA 'TAMPON' ÇAVÊ XWE LI DAGIRKERIYÊ YE

Ya ku dewleta Tirk niha dixwaze li dijî Bakurê Sûriyeyê bixe rojevê, tevî ku ji aliyê naverok û çarçoveyê ve li dijî mîsyonên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, li dinyayê çend mînakên xwe hene. Projeya herêma tampon ku dewleta Tirk dixwaze dinyayê li ser wê îqna bike, dişibe projeyên beriya niha li Kore, Qibris, Suveyş, Kongo, Fîlîstîn-Îsraîl, Hîndîstan û Pakîstanê.

MÎNAKA TÎMOR A ROJHILAT

Herêma tampon ku dewleta Tirk niha dixwaze li Bakurê Sûriyeyê ava bike, dişibe helwesta Endonezyayê ya ku sala 1974'an piştî ku Portekîzê xwe ji herêmê vekişand, li Tîmor a Rojhilat nîşan da. Endonezya ku Tîmor a Rojhilat weke eyaleta xwe ya 27'an dibîne, piştî ku sala 1999'an di referandûmê de 78 ji sedî yê gelê Tîmor a Rojhilat deng ji bo serxwebûnê da, bi rêya hêzên xwe yên paramîlîter û artêşa xwe komkujî kir. KENY, 15'ê Îlona 1999'an bi pêşengiya Awûstralyayê Hêza Aştiyê (INTERFET) şand Tîmor a Rojhilat.

MÎNAKA IRAQ-QÛWEYTÊ

Serokdewletê Iraqê Saddam Huseyîn 2'ê Tebaxa 1990'î Qûweyt weke Mîsakî Mîllî yê xwe dît û dagir ir. Serokê DYE'yê yê wê demê George Bûsh polîtîkaya Saddam Huseyîn şiband polîtîkaya derve ya Adolf Hîtler û diyar kir, ev yek gefê li sîstema dinyayê dixwe. 5 endamên KENY ku kêm caran tê dîtin, bi yekdengiyê biryara destwerdanê dan. 40 roj piştî tevgera ku 17'ê Çileya 1991'ê dest pê kir, Saddam ragihand ku ew biryarên KENY bê şert qebûl dike. Li aliyê din, piştî Nîsana 1991'ê, Neteweyên Yekbûyî bi rola kontrolkirina "herêma li firînê qedexe" ya li bakurê paralela 36'an rabû.

MÎNAKA YÛGOSLAVYAYÊ

Devereke din a ku Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî lê bi cih bû Yûgoslavya ye. Sala 1991'ê piştî ragihandina agirbesta navbera Sirp-Xirvatan, Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Xirvatîstanê hate bicihkirin. Li aliyê din 12'ê Sibata 1992'an jî Hêza Aştiyê li Bosna-Hersekê ava bû. Tebaxa 1995'an di encama bomberdûmana NATO'yê ya bi pêşengiya DYE de Sirbîstan li dora maseya danûstandinan rûnişt.

WELATÊ KU ALIYEKÎ MESELEYÊ YE, NABE KU DI NAVA HÊZA AŞTIYÊ DE CIH BIGIRE

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî gefên dewleta Tirk dixwaze Neteweyên Yekbûyî Hêza Aştiyê ya jî heyetên xwe yên çavdêriyê bi cih bike. Ji Efrîka heta Emerîka, ji Asya heta Ewropayê, gelek mînakên erênî û yên neyînî yên mîsyonên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hene. Lê belê di mîsyonên herêma ewle ya jî herêma tampon de ti carî welatekî ku aliyê meseleyê de cih di nava vê mîsyonê de yekser nagirin.