Meksîkayê deriyên xwe li jin û zarokên ji Hondûrasê vekir

Bi hezaran penaber ji bo derbasî nava DYA'yê bibin li ser sînorê Gûatemala-Meksîkayê li hev civiyan. Rayedarên Meksîkayê deriyên xwe li du komên ji 40 kesî vekirin ku jin û zarok in.

Bi hezaran penaberên ji Hondûrasê hîn jî li ser sînorê Gûatemala-Meksîkayê ne. Hikumeta Meksîkayê hişt ku jin û zarok bikevin nava welêt. Penaber li herêma Tapachûlayê hatin bicihkirin.

Beriya bi hefteyekê 4 hezar kes ji bajarê San Pedro Sûla yê li bakurê Hondûrasê derketin. Beşek ji 4 hezar kesî bi otobusan berê xwe dan sînorê Meksîka-Gûatemalayê. Beşek jî bi peyatî çû ser sînor.

Penaber şeva În-Şemiyê gihîştin ser sînorê Meksîkayê. Bi sedan polîs jî li ser sînor bi cih bûn ji bo pêşî li penaberan bigirin.

Penaberan bi şevê zor dan bendên metal ên li ser sînor û hewl dan derbasî nava Meksîkayê bibin.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp helwesta Meksîkayê ya li dijî penaberan pîroz kir ku nehişt penaber derbas bibin.

SEBRA PENABERAN DIFÛRE

Li nava mirovên ku li ser sînor hatine rawestandin, pirsgirêkên av û birçîbûnê dest pê kirin. Doktorên ji DYA'yê li pişt bendên metal mirov tedawî kirin.

Hondûrasiyan helwesta rayedarên Meksîkayên protesto kirin û dirûşma "Em karker in, ne sûcdar in" qîriyan. Beşek ji wan li malên xwe vegeriyan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî her sal 500 hezar kes ji sînorê başûr ê Meksîkayê derbas dibin û piştre hewl didin xwe bigihînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).