Macron: Berpirsyarê DAÎŞ'ê yê Sahra Mezin hate kuştin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên Fransayê, bepirsyarê DAÎŞ'ê yê Sahra Mezin Adnan Ebû Welîd El Sahravî kuştiye.

Macron li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Ya ku qewimî serketineke mezin a nû ye ku di têkoşîna me ya dijî komên terorîst de li Sahelê bi dest ketiye."

Rayedarên Fransayê beriya niha gelek caran ragihandibûn ku kadroyên payebilind ên DAÎŞ'ê yên li Sahra Mezin kuştine.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly diyar kir ku serçeteyê DAÎŞ'ê El Sahravî ku xwe weke 'Emîrê Îslamê yê Sahra Mezin' nîşan dida, hatiye kuştin.

'Emîrtiya Îslamê ya Sahra Mezin' sala 2015'an ji aliyê Adnan Ebû Welîd el Sahravî ve hatibû avakirin. El Sahravî endamekî berê yê Eniya Polisario ye ku ji bo têkbirina desthilatdariya Fasê ya li Sahra Rojava şer dike. Piştre tevlî baskê Maxrîbê yê El Qaîdeyê bû. Çila 2020'î di civîna bilind de ya li Fransayê, El Sahravî weke 'dijminê sereke' yê li Sahelê hatibû pênasekirin. Sahravî weke berpirsyarê gelek êrişên li Malî, Nîjer û Bûrkîna Faso dihate nîşandan.