Lîsteya hikumeta nû ya Iraqê wê pêşkêşî Meclîsê bê kirin

Adil Abdulmehdî ku ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin, wê lîsteya endamên desteya nû ya wezîran roja Çarşemê pêşkêşî parlamenta Iraqê bike.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Parlamenta Iraqê, meclîs wê ji bo dengdana li ser lîsteya desteya wezîran saet 18'an li hev bicive.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî hefteya bihurî di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew amade ye erkên xwe radestî Serokwezîrê nû bike.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih roja 2'ê Cotmeha 2018'an siyasetmedarê Şîa yê Iraqî Adil Abdulmehî ji bo avakirina hikumeta nû wezîfedar kiribû. Abdulmehdî divê heta 2'ê Mijdarê desteya nû ya wezîran ava bike.