Li Xezeyê 10 hezar leşkerên Îsraîlê birîndar bûn yan jî travma jiyan kirin

Li gorî malpera nûçeyan a Middle East Eye, Wezareta Parastinê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve zêdeyî 10 hezar leşkerên Îsraîlê di şer û êrîşan de birîndar bûne yan jî travma jiyan kirine.

Li gorî navenda rehabilitasyon a Wezaretê, ji sedî 37’ê leşkeran, yan jî bi gotineke qasî 3 hezar û 700’an di lebatên xwe de travmayên fîzîkî jiyan kirine.

Ji sedî 35 piştî travmayê nexweşiyên ruhî jiyan kirine.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji dema şer û destpê kirî û vir ve, 700 leşker hatin kuştin ku 300 ji van ji 7’ê Cotmehê û şûnve hatine kuştin.

Şerê ku bi êrîşa Hamasê ya ku mîna wê nehatî dîtin re gur bûyî, di 7’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir û di vê pêvajoyê de piranî jê sivîlên Îsraîlî, nêzî 1.200 kes hatin kuştin. Ji wê demê û vir ve nêzî 40 hezar Fîlîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.