Diyalektîka jin-mêr û çareseriya wê

Weke ku diyar dibe gelê Kurd şiyar bûye. Di jiyana wekhev û azad de bi biryar e.

Ji nîvî zêdetir ked û berhema jinê ya dîrokî di pêşveçûna civakê de heye. Ev ked pir mezin e. Her çiqasî pergalên desthilatdar û çewisîner hewl dabin  jinê ji civakê tecrîd bikin jî, jin timî bûye bingeh û cewherê civakê. Gelek sedemên wê hene. Ya bingehîn jî ew e ku xeleka yekemîn di nava civakê de teqez malbat e. Malbat jî li derûdora jinê hatiye avakirin. Jin çavkaniya malbatê ye û bêyî jinê hebûneke weke malbat nayê fikirîn. Eger were fikirîn jî wê xeyal be. Xwedayê Yewnanan Zeûs jî wer xeyal kiribû. Naxwe teqez divê her kes zanibe ku jiyan bêyî jinê pêkan nabe. Hewce ye ti kes wiha xweber şîroveyên bêbingeh neke yan jî xwe ne werimîne.

Eger hin kes bibêjin ku bêyî jinê jî jiyan pêkan e, bila qinyata wê jî deyne hêlekê ji bo ku li ser guftûgo were kirin. Ez wiha çors qala jiyana bêyî jinê dibe yan jî nabe nakim. Teqez pêwîst e were zanîn ku gelek jin hene nazewicin û gelek mêrên wiha jî hene. Ev jî tercîha wan a şexsî ye. Tişta ez qala wê dikim ew e ku wê jiyan weke hebûn (ontolojî) bêyî jinê berdewam bike yan na? Eger em bêjin zayenda jin hemû qir bûn, gelo wê çawa jiyana civakê berdewam bike? Teqez divê mirov li ser van mijaran pir baş lêhûrbûnan bike. Zelaliya fikrî pêwîst e çêbibe û ji lêgerîna mirovan re bersiv were dayîn. Eseh wê mirov bi xwe jî bersiva xwe bi xwe peyda bikin û xwe bigihînin çareseriyê.

Teqez hewce ye civak weke heyamên berê xwe li benda hêzeke Mehdîwarî ne, hêle û bibe hêza çareseriyê û ew hêza çareseriyê jî wê bi jin û mêrên; sosyalist (civakî) û zana çêbibe. Teqez tu hebûn weke mirov xwedîderfet nîne ku guhertin û veguhertinan, çêbike û ev jî weke ezmûna mirovan di dîrokê de hatiye; îsbat kirin û divê civak îqna be ku ew hêza herî mezin piştî xwezaya yekemîn e û baweriya xwe bi hêza xwe ya fikrî bîne. Û dibe ku hinek derkevin û bibêjin ku jiyan bêyî, zayenda mêr jî nabe teqez ev jî raste lê hewce ye were zanîn ku bi mêr û jina heyî re jî nabe. Jiyan weke agirê dojehê lêhatiye û hew tê debarkirin. Naxwe çareseriyeke pir lezgîn jê re pêwîst e û weke ku min li jor jî bal kişand ser, pirsgirêka jin û mêr bûye weke xençera li ser pişta civakê.

Pêwîst e bi lezgînî ew xençer were derxistin û hişmendiya mêr, li hemberî jinê were guherîn. Divê ji bingeh de hişmendiya civakê were guherîn. Ji ber ku jin jî nîvê civakê ye û ew jî heman hişmendiyê, temsîl dike û eger wiha be teqez divê hişmendiya jin û mêr a kujer were guhertin. Û her çiqasî mêr dest bi desthilatdariyê kiriye û zayenda jinê xistiye, xizmeta xwe de û di şexsê jinê de civak jî kiribe kole; lê mêrên rahib û bi taybet jî rahibên şaman, ên bi temen mezin jin xistine Musaqadîn û mejiyê wan şuştine. Û teqez divê were zanîn ku ne tenê jinên ciwan xistine wan, navendên Musaqadîn (Zîguratên Sumeran) û li gorî daneyan diyar dibe ku; mêrên ciwan jî hakeza xistine wan navendan de û ew, perwerde kirine ji bo ku li hemberî pergala jin dayikê bikar bînin.

Dema qala van mijaran tê kirin gelek mêr hene ku xwe tengav dikin û bertekan raber dikin. Lê li gorî nerîna min ne jin ên berê ne û ne jî; mêr ên berê ne. Ev ji hemû hêlan de wiha ye. Lê tişta ku Rêber Apo hewl dide ku bi me bide naskirin ew e, em li ser dîroka xwe lêkolîn bikin ji bo ku em fêm bikin bê ka çima di roja me ya niha de ewqas bûyerên sosret çêdibin û sedema wan çi ye? Jixwe Rêber Apo dibêje,  “Em di destpêka dîrokê û dîrok jî, di roja me de veşartiye.” Naxwe ji bo em roja xwe fêm bikin divê em biçin lêkolîna civakê.

Divê were zanîn ku ne jiyan bêyî jinê dibe û ne jî jiyan, bêyî mêr dibe û ev her du hebûn jî weke du tiştên ji hevdu cuda hevdu temam dikin û yek bêyî ya din qet nabe. Lê ger ku em bêjin yek pir bi qîmete û yek bê qîmete, wê dereweke pir mezin be û wê berdewam kirina koêledariya jin û civakê be. Naxwe gerek were zanîn ku hemû hebûn (ontolojî) li ser dualîtiyê, hatiye binyad kirin û ji beriya milyar salî de heyanî roja; niha xwe wiha berdewam kiriye û wê wiha berdewam jî bike. Em ê niha li vir pirseke wiha bikin û bibêjin: Gelo di nava hemû hebûnan de tu hebûnek, bi serê xwe û mucered heye? Ez bawerim ku ger derfet hebaya û me rû bi rû pirseke wiha, ji hevdu kiribaya teqez wê hin nerînên dijber hebana yan jî; wê nakokî hebana. Lê teqez divê ew mejiyê mirov ê nerm têkeve meriyetê.

Li gorî nerîna min çi jin dibe çi jî mêr dibe teqez divê, mirov xwe bîne pileya herî bilind a famkirinê naxwe wê bi demê re kawîs hîn; berfirehtir bibe û wê civakê dinava xwe de bifetisîne. Ez bawer nakim ku ti hebûn di nava gerdûnê de bi tena serê xwe heye yan jî, dikare xwe berdewam bike û ev jî dide îsbat kirin ku her du; zayend weke hev in û pêdiviya wan bi jiyaneke bi ewle, sosyalizim, wekhevî û azadiyê heye. Û ji ber ku jin jî hay ji rastiyê bûne û hew koledariyê qebûl, dikin û lêgerîna wan a wekhevî û azadiyê çêbûye û pergala ku îro nunertiya sermayedariyê; dike jî bi şerê xwe yê taybet xwe dinava hest ruh û mejiyê mirovan de, bicih dike û wan dike weke amûrên xwe yên hesan bikaranînê.

Teqez divê were zanîn ku pergala mijara gotinê xwe li ser, dijbertiya her du zayendan li hemberî hevdu dide jiyan kirin û her; çiqasî jin û mêr hevdu dihêla ajoyan de bandor bikin jî lê, divê bêyî jibîrkirin ku dijbertiyeke wan a hevdu tunekirinê jî heye. Mêr jinê di warê tundiyê de ditepisîne û jin jî mêr di warê ajoyan de, tehrîk dike û weke ku têye dîtin û bihîstin; rojane jin têne kuştin û bûyerên pir sosret di nava civakê de rû didin, heyanî nava malbatê jî xerabî diçe û digihêje pileya ku hin mêr jin û keçên xwe jî bifiroşin û ger ku rewş; wiha berdewam bike wê civak ber bi heywantiyê ve biçe. Û sedema van bûyeran hemûyan jî pergala fînans pere ye ku mirovan jî weke sewalan difiroşin û weke amûrên bazarê bikar tînin.

Ez ê hewl bidim ku vê mijarê hîn zelaltir şîrove bikim û deynim, holê û mebesta min jî ew e ku çi jin û çi jî mêr divê gelekî baldar nêzî mijara; zayendeperestiyê bibin û zanibin ku pergala desthilatdar, bi şerê xwe yê taybet û her sê siwarê xwe yê mehşerê li ser civakê û ferd bandor kiriye. Û civak aniye rewşa keriyê sewalan û wan daye ber xwe û dajo, ji bo ku wan di kendalan û newalan werke ji bo ku hew bêne ser hişê xwe. Lê weke ku em dişopînin û dibînin ku Rêber Apo 52 salên xwe, fedayî civakê kiriye û hîna jî feda dike û ger ku qala rizgarvanekî bikin ew jî Rêber Apo ye. Divê her kes bibîne û bixwîne û bizane ku Rêber Apo propoganda nake û banga Rêbertî ya aştiyê ne taktîk, stratejîk e. Bi bawerî û kelecan dibêje dem dema aştî û biratiyê ye.

Teqez pêwîst e were zanîn ku Rêber Apo ji dil e û bi biryar e ku hemû mayînên ku di nava 200 salan de hatine çandin rake. Hemû pirên hatine xerabkirin çêbike, xwişk û biratiya gelan vegerîne ser reseniya wê. Divê hemû jin û mêrên azadîxwaz û Apoger, hişmendiya xwe li gorî serdema nû ava bikin ji bo ku civaka, komînal û azad înşa bikin û dijminatiya di navbera her du zayendan de rakin. Ji bo ku civaka nûjen û sosyalist înşa bikin. Jixwe ger ku em qala pergala aştiyane, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikin jî ev e û divê her kes ji xwe de despê bike. Û ez bi xwe jî xwedî hêvî û kelecaneke mezinim û baweriya min bi keda Rêber Apo, şehîdan, gerîla û gel heye û weke ku têye zanîn Rêber Apo Kurdê nûjen çêkir.

Û ew Kurdê nûjen kire serkêş û li benda berhema keda xweye ku, eyan bibe û berbelavî tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bibe. Weke ku diyar dibe gelê Kurd şiyar bûye. Di jiyana wekhev û azad de bi biryar e.