Li Wenezuelayê darbe:Ewropa û DYE'yê alîgirê darbeyê ne

Li Wenezuelayê darbeya ku li dijî Nîcolas Madûro hate kirin ji hêla DYE'yê û Ewropayê ve hate destekkirin. Rûsya û Çîn û bi dehan welat li dij derketin.

Piştî daxuyaniya Serokdewletê Wenezuelayê Nîcolas Madûro, ku gotî DYE'yê fermana 'darbeya faşîst' daye bi rojekê, Çarşemê Serokê Parlamentoyê yê bi desteka DYE'yê Juan Gauîdo xwe bi Serokdewletiyê ragihand.

Serokê DYE'ê Donald Trûmp bû yekem serokdewletê cîhanê ku Guaîdo nas kirî, diyar kir ku ew ji welatên din jî li benda helwesteke wiha ye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî xwe jê nehişt û li ser eynî xetê got, ew ''wêrekiya bi sed hezaran Wenezuelatiyan dike ku ji bo azadiye dimeşin'' slav dikin. Macron di ser twîtterê re got divê Ewropa demokrasiya Wenezuelayê restore bike.

Sekreterê NE'yê Antonîo Guterres, ji bo ku rageşiya ku wê rê li ber 'bobelatê' veke, banga 'diyalog'ê kir.

Kanada, Kolombiya, Parguay, Brezilya destek dane darbeyê.

Piştî darbeyê Wenezuelatê têkiliya dîplomatîk ji DYE'yê birî. Rûsya, Çîn, Kuba û Meksîka destek dane Madûro. Rejîma Erdogan jî destek da Madûro.

Artêşa Wenezuelaayê hê girêdayî Madûro ye. Madûro jî ji bo ku darbeyê serkut bike baweriya xwe bi artêşê tine.

Her wiha bi hezarn kes ji bo ku destek bidin şoreşa Bolîvan li kuçeyan in.

Rûsyayê got Madûro serokê meşrû yê Wenezuelayê ye û got zoreke ji derve ya li Wenezuelayê wê bibe gefeke mezin.