Buroya Al Jazeera li Tûnisê hate girtin

Li Tûnisê piştî parlemento hate sînordarkirin û serokwezîr ji erkê hate girtin û şûnde buroya televîzyona El Jazeera ya Qetar ku nêzî partiya Tevgera Nûhda ya Îslamî (Ennahda) tê zanîn, hate girtin.

Berpirsê buroya El Jazeera Lûtfî Hajjî ragihand ku hêzên ewlekariyê hatin avahiya li paytext Tûnisê û buro girtin û hemû xebatkar jî derxistin.

Televîzyona Qeterê tim daxuyaniyên Serokê Tevgera Nûhda Reşîd Gannûşî û serdanên wî zindî diweşand.

Xeta weşana Al Jazeera bi tundî dihate rexnekirin, ji roja Yekşemê û vir ve bi hevpeyvînên dikir, bi guman bûn.

Hajjî daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP’ê û got: “Tiştên dibin pir xeternakin, delîlê ku azadiya çapemeniyê di bin gefê de ye. Îro Al Jazeerî sibe medyayek din!”

Serokkomar Kays Saîd piştî xwepêşandanên nava rojê ya Yekşemê pêk hatin û şûnde di saetên şevê de xebatên parlementoyê ji bo 30 rojan da sekinandin. Di demekê de ku helwestên gel ên li hemberî hikûmetê di astekî jor de bû, Saîd serokwezîr Hîşem Meşîşî ji erê girt. Nerazîbûnên gel taybet bi awayekî baş nerêvebirina krîzên civakî û tenduristî ye.

Ennahda dema hate avakirin, weke AKP’iya Tûnisê dihate pênasekirin. Ennahdha ya ku bi desthilata AKP’ê ya li Tirkiyeyê re bi fireh û guman têkiliyên wê hebû, ji ber vê yekê tim ji aliyê muxalîfê ve rexne lê dihat ku li Tûnisê ajandeyê AKP’ê pêk tîne.