Li Teywanê bi deh hezaran kes ji bo serxwebûnê meşiyan

Li paytexta Teywanê Taîpeiyê bi deh hezaran dilxwazên serxwebûnê derketin kuçeyan.

Li gorî organîzatorên çalakiyê 100 hezar kes li meşê hazir bûn. Çalakger li ber avahiya Partiya Demokrat a pêşverû hatin cem hev  û pankarta ku 'referandûma serxwebûnê' dixwazin rakirin, dirûşmên 'em referandûmê dixwazin', 'ji dagirkirinê re na' berz kirin.

Beriya bi 20 salan dmeokrasî hate giravê. Bi daxwaza serxwebûna  fermî cara pêşî çalakiyeke wiha berfireh tê kirin.

Çalakî bi banga Hevalbendiya Formese ya bi desteka Hevserok Lee Teng-huî û Chen Shûî-bîan pêk hat û di demeke wiha de bû ku rêveberiya Çînê li bara Taywanê helwesta xwe jidandiye. Serokkomar Tsaî Ing-wen, di navbeyna hûtê Asyayê Çînê û serxwebûnxwazan de neçar e ku polîtîkayeke nazik bike.

Çîn û Teywan piştî şerê navxwe yê 1949'an a di navbeyna  komunîstên bi navenda Pekînê û miletgirên ku xwe li Taîpeîyê  de, ji hêla rejîmên dijber ve têne rêvebirin.

Pekîn Teywanê mîna parçeyek ji welatê xwe dibîne û dixwaze bi ser Çînê ve were berdan. Teywan jî xwe mîna dewleteke serwer dibîne û lê heta niha serxwebûna xwe neragihandiye. Rêveberiya Pekînê gefê dixwe û dibêje heke Teywan bi fermî hewla serxwebûnê bide wê hêzê bi kar bîne.