Li Sûdanê ji ber lehiyê zêdeyî 80 kes mirin

Li Sûdanê, ji ber lehiya ku li 11 eyaletan rabû, herî kêm 84 kes mirin, bi hezaran xanî jî xera bûn.

Berdevkê Parastina Sivîl a Neteweyî ya Sûdanê Abdul Celîl Abdulrahîm bi daxuyaniyekê got, "Ji destpêka serdema baranê û vir ve li 11 eyaletan bi giştî 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 61 kes jî birîndar bûn."

Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan ji ber xetisandin, elektrîkê û hilweşîna xaniyan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevk her wiha diyar kir ku li tevahiya welêt 8 hezar û 400 xanî hilweşiyane û xisar li zêdeyî 27 hezar û 200 xaniyî bûye.

Barana zêde ya li Sûdanê ku ji Hezîranê heta meha Cotmehê dewam dike, zerareke mezin dide binesaziyê û çandiniyê.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku baran û lehiyê ji meha Tîrmehê û vir ve bandor li 102 hezar kesî kiriye.

Li başûrê welêt derdora 50 gund di nava avê de man. Ev jî bû sedem ku 65 hezar kes cih biguherîne.