Li Srî Lankayê xizmên nebediyan dadê dixwazin

Li Srî Lankayê tê texmînkirin ji salên 10980'yî û wir ve bi qasî 60-100 hezar kes nebedî bûne .Li welêt têkoşîna dadê ya xizmên nebediyan nayê dîtin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî Srî Lanka di nav wan welatan de ku ji ber sedemên siyasî gelek mirov hatine nebedîkirin di rêza pêşî de ye. Ji salên 1980'yî û wir ve ji ber terora dewletê ku hikûmetê li ser Tamîliyan kirine bi kêmanî 60 hezar kes nebedî bûne. Hin sazî dibêjin kesên nebedîkirin 100 hezar in.

Tê texmînkirin kesên hatine nebedîkirin bi êşkence û înfazê hatine kuştin. Heta niha hemû serlêdanên xizmên nebediyan ji ber sedema siyasî tê astengkirin.

Meha bihurî li Srî Lankayê rayedarekî payebilind Dînesh Gunawardena got kesên ku ji wan re dibêjin nebedî ne li derveyî welêt dijîn. Rayedarên hikûmetê beriya niha di lêpirsîna rojnamevanê navdar Prageeth Eknelîgode eynî îdîa tişte kiribû.

Serokdewletê Srî Lankayê Gotaba Rajapaksa lêpirsîna Eknelîgoda rawesttandibû, kiribû sûcdariyên li ser fermandarê berê Wasantha Karannagoda ku ji ber mirina 11 kesan berpirs bû, bikeve.

Di dema hikûmeta nû de lêpirsînên li ser nebediyan hate sekinandin, ximzên windan û parêzerên wan ji hêla derdorên hikûmetê ve gef li wan tê xwarin.

Li Srî Lankayê komên Tamiliyan serê salên 1970'yî ji bo ku Bûdîzm bibe dînê fermî û ji bo têkoşîna dijî cihêkariya li ser Tamîlyan Pilingên Tamîlan damezirandibûn û bi daxwaze dewleteke serbixwe têkoşîna çekdar dabun destpêkirin. Artêşa Srî Lankayê sala 2009'an serhildêrên Tamîlê serkut kiribûn.