Li sînorê Macarîstanê bi hezaran koçber li ber sermayê li ber xwe didin
Li welatên Ewropayê li gelek cihan pileya sermayê di jêr dehandeye, li sînorê Macarîstanê bi hezaran koçber li der ve dijîn.
Li welatên Ewropayê li gelek cihan pileya sermayê di jêr dehandeye, li sînorê Macarîstanê bi hezaran koçber li der ve dijîn.
Li Sirbîstanê ji aliyê dewletê ve ku tê texmînkirin ji bo 8 hezar û 500 koçberan, kamap yan jî cih dabîn kiribin ku kapasîteya wê bi 6 hezaran ve sînordar e, tenê 3 hezarê wan li gorî mercên sermayê hatine amadkirin.
Rewşa aloz û nexweş ya koçberên ku li ser sînor bê ku serlêdana koçberiyê li Sirbîstanê bikin ku dixwazin biçin welatên din ên Ewropayê hê jî dewam dike.
Li Sûbotîca ya ku dikeve Bakurê welat ji beriya niha kampa ku koçber lê diman ji aliyê polîsan ve hatibû belavkirin. Bi hezaran koçber di -20 pileyan de dijîn. Koçberên ku di nava daristanê de dijîn, tenê pêdawîstiyên wan ji aliyê hinek dildarên li herêmê ve tên pêşwazîkirin.
Hikûmeta Macarîstan a ku sînor girtine, diyar kirin ku divê koçber serlêdana koçberiyê ya li Sirbîstanê bike.