Kurdên ku li Mîçûrînksa Tambovê ya Federasyona Rûsyayê û li Komara Xweser a Adigehê dijîn, piştgirî dan grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
MÎÇÛRÎNSK
Kurdên ku li Mîçûrînskê dijîn ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê hatin ba hev ya ku parlementera HDP’ê Leyla Guven dabû destpêkirin. Kurd li pêşiya Mala Gel a Mîçûrînskê hatin ba hev û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li dijî îradeya gelê Kurd şermezar kirin.
Di çalakiyê de jinan diyar kirin ku ew xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin a ku Leyla Guven daye destpêkirin.
ADIGEY
Organîzasyona Jinên Kurd a Bêrîtanê ya Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbûnê hatin ba hev.
Jin li pêşiya Navenda Çandê ya Kurdan a Adigeyê hatin ba hev û di salvegera dagirkirina Efrînê de dewleta Tirk şermezar kirin.
Li ser navê Seroka Organîzasyonê Hatûn Mamedova got ku, “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, bi sedan kes li Ewropa û Hewlêrê ketine greva birçîbûnê. Çalakiya ku Leyla Guven daye destpêkirin, banga çalakiyê li jinan dike. Divê jinên Kurd li her derê piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.”