Li Qabûlê li dijî buroyên dengan êrîşên bombeyî pêk hat

Li Efxanistanê gel ji bo hilbijartinên giştî çû ser sindoqan, li paytext Qabûlê jî li dijî buroyên dengan teqîn pêk hat.

Vê sibê li Efxanistanê gel ji bo hilbijartinên giştî çû ser sendoqan. Bi vekirina buroyên dengdayînê re dengê teqînan jî hat. Serê sibê li paytext Qabûllê li nêzî gelek buroyên dengan teqîn çêbûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di teqînan de gelek mirî û birîndar hene. Lê heta niha diyar nebûye bê ka çend kes mirine û birîndar bûne.

Serokkomar Eşref Ganî bi daxuyaniyekê bang li hemwelatiyan kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Talîbanan di hefteyên dawî de gelek caran hişyarî dabû û ragihandibûn ku wê li dijî vê hilbijartina ku ne rewa dibînin êrîşan pêk bînin.

Berdevkê Talîban Zabîbûllah Mûcahîd îro li ser Twîtterê daxuyaniyek da û bang li gel kir li malên xwe  bimînin. Mûcahîd wiha jî got; “Gel ji bo jiyana xwe biparêze divê xwe tevlî vê şanoyê neke."

Li tevahiya welat li herêmên ku dibin kontrola hikumetê de zêdetirî 5 hezar buroyên dengan hatin danîn. Ji ber ewlehiyê li herêmên ku dibin kontrola Talîbanan de 2 hezar navendên dengdanê girtî man.

Ji bo parastina buroyên hilbijartinê 54 hezar endamên hêzên ewlehiyê hatin erkdarkirin. Li welat 8.9 hilbijêrên qeydên wan hene. Zêdetirî 2 hezar û 500 namzet ji bo 249 kursiyên li meclîsê ketine pêşbaziyê.