Li pêşiya parlementoya Tûnisê şer

Piştî ku Serokkomarê Tûnisê Kays Saîd parlemento sînordar kir û serokwezîr ji erkê girt û şûnde, bi sedan alîgirê Saîd rê nedan ku alîgirên partiya Ennahdha a Îslamî nêzî parlementoyê bibin, şer derket.

Piştî rojekê ya sînordarkirina parlementoyê û ji kargirtina serokweezîr û şûnde, li ber derê parlementoyê şer qewimî.

Serokkomar Kays Saîd piştî xwepêşandanên nava rojê ya Yekşemê pêk hatin û şûnde di saetên şevê de xebatên parlementoyê ji bo 30 rojan da sekinandin. Di demekê de ku helwestên gel ên li hemberî hikûmetê di astekî jor de bû, Saîd serokwezîr Hîşem Meşîşî ji erê girt. Nerazîbûnên gel taybet bi awayekî baş nerêvebirina krîzên civakî û tenduristî ye.

Serokkomarê hikûmeta nû wê serokwezîrekê bi xwe hilbijêre û bi hev re kar bikin.

Bi sedan alîgirên Saîd ên li ber parlemetoyê kom bûne, rê nedan ku alîgirên Ennahdha û heman demê serokê parlementoyê Reşîd Gannûşî nêzî parlementoyê bibe.Di navbera aliyan de bi şîşe û daran şer derket. Hêzên leşkerî jî rê nedin ku Gunnûşî bikeve parlementoyê.

Dnnahdha (Ji nû ve vejîn) tedbîrên Serokkomar girtîn weke ‘li dijî şoreş û destûra bingehîn darbe ye’ pênase kir.