Li peravên Kanarya 8 jê zarok 42 koçber jiyana xwe ji destdan

Belema koçberan ji bo biçe gravên Kanaryayê ji bajarê Dakhla ya Fasê bi rê ket, piştî nîv saetan noqê avê bû, 8 jê zarok, 30 jin bi giştî 42 koçber jiyana xwe ji dest da.

Di hefteyên dawî de koçberiya ji peravên Afrîka Bakur ya bi rêya behrê zêde bûye. Hemwext bûyerên xemgîn jî zêde bûne.

Rêxistina civaka sivîl Carmîndo Fronteras bi daxuyaniya ku roja Pêncşemiyê 4’ê Tebaxê dayî tagihand ku belemek ya koçberan li peravên Kanaryayê noqê avê bûye.

Li gorî rêxistinê 3 ji wan zarok, 30 jin bi giştî 42 kes noqî avê bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Damezrînerê Îspanyayî yê vê rêxistina civaka sivîl Helena Maleno li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku piştî belem ji Dakhlayê bi rê ket bi nîv saetê noqê avê bûye. Maleno her wiha got ku 6 jin û 4 zilam ji wan hatine rizgarkirin, yek ji wan jinên rizgarbûyî 2 zarokên xwe wenda kiriye.

Helena Maleno diyar kir, “Ji me re ku di rewşeke pir nebaş de bû got ku sibe li morgê rendevûya wê ji bo teşxîs dayînê heye û yekane daxwazê wê ev bû ku bikar bi rengekî bi rûmet wî/ê veşêre.”

Li gorî bîlançoya ku rêxistina Camînando Fronteras bi wergirtina agahiyên derbarê malbatên qurbaniyan ya ji rayedarên Fasî û Îspanyayî çêkirinî, di nîva destpêkê ya 2021’an de herî kêm 2 hezar û 87 koçberên ku dixwestin xwe bigihînin Îspanyayê miriye yan jî wenda ye.

Li gorî Helena Maleno zêdebûna rêjeya mirinan ya îsal, çavkaniya xwe ji vê yekê digre; ji ber ku koçber nikarin keştiyan bibînin lewma neçar dimînin siwarê belemên bayê yên ne çendî bi ewle ne bibin. Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya destpêka Tîrmehê dayî de nerazîbûn nîşanî hevkariya ne têrker ya di navbera servîsên alîkariya destpêkê ya tibî ya rayedarên Îspanyayî û Fasî dabû. Malena diyarkiribû ku di navbera her du dewletan de agahî nayên parvekirin.