Li Nîjeryayê herî kêm 70 xwendekar hatin revandin

Li bakurê rojavayê Nîjeryayê kesên çekdar herî kêm 70 xwendekarên lîseyê revandin.

Li Nîjeryayê ya ku welatê herî qelebalix ê Efrîkayê ye, li bakur û navenda wê bi daxwaza fîdyeyê her hefte mirov bi komî tên revandin.

Berdevkê polîsên Nîjeryayê diyar kir ku êrişkaran di destê sibehê de girtine ser lîseya Kaya ya nêzî Maradûnaya eyaleta Zamfarayê û 73 xwendekar revandine.

Berdevk Mûhammed Şehû got “Piştî ku koma çekdar girt ser dibistanê û dibistan dagir kir, xwendekar hatine revandin.”

Wezîrê Ragihandinê Îbrahîm Dosara ji AFP’ê re axivî û diyar ki ku rayedarên eyaleta Zamfarayê çûna bajaran a bi şev qedexe kiriye û dibistan jî heta demekê hatine girtin.

Li bakur û navenda welat komên krîmînal gelek caran êrişan dikin û komên mirovan direvînin. Di nava çend mehên dawîn de nêzî hezar xwendekar hatin revandin. Piraniya xwendekaran piştî çend hefteyan hatin berdan lê hê jî bi dehan xwendekar di destê êrişkaran de ne.

Baregehên çeteyan li daristana Rûgû ya li eyaletên Zamfara, Katsîna, Kadûna û Nîjerê ye. Ev êrişên revandinê wekî ji bo pereyan were diyarkirin jî fikara pisporan ev e ku çeteyê bi navê Boko Haram Dewleta Îslamî ya Efrîkaya Rojava (ISWAP) ya girêdayî DAÎŞ’ê nêzî hev bibin. Li welat ev serê 12 salan e ku şîddeta cîhadîstan heye.