Li Mûsilê 3 tax û Mizgefta Mezin hate rizgarkirin

Rayedarên Iraqî ragihandin ku li Mûsilê mizgefta Mezin û 3 tax ji çeteyan hate rizgar kirine.

Fermandarê Odeya Operasyona Va Em Hatin Ey Nînowa Ebdulemîr Reşîd Yarela bi daxuyaniyekê ragihand ku îro Hêzên Dij-Terorê taxên Cezaîr, Dergezliye û Ziraeyî yên dikevin rojhilatê Mûsilê û Mizgefta Mezin a Mûsil a dikeve navenda bajêr rizgarkirine.

Reşîd Yerela destnîşankir ku li bakûrê Mûsilê jî navenda berê ya li tûgaya 2'emîn û Kargeha Kendî hatine rizgarkirin.

Herwiha îro danê sibehê jî li aliyê rojhilatê Mûsilê Taxa Taze, Navçeya Bab Elşemis û bazara firotina lawiran ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Emîrê Giştî yê DAIŞ'ê Ebûbekir Bexdadî li Mûsilê cara yekem li Mizgefta mezin a Mûsilê axivî bû û di nava du salên derbasbûyî de li wê mizgeftê çend caran bang li xelkê Mûsilê kiriye ku dijî artêşa Iraqê şer bikin.

Oporasyona rizgarkirina Mûsilê ji 17'ê Cotmeha sala 2016'an ve didome.