BI DÎMEN

Li Moskowayê Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hate protestokirin

Li paytexta Rûsya Moskowayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li Peytexta Rûsyayê Moskowayê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kirin.

Daxuyanî ji hêla Rêxistina Jinên Kurd “Viyan” ve li avahiya Mala Kurdan a bajarê Moskowayê hate dayîn.

Seroka Rêxistina Jinên Kurd "Viyan" a li Rûsyayê, Tara Qadir axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û tecrîd şermezar kir.

Qadir got: “Em dibînin bê çewa fikir û ramanê Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û hemû gelên cîhanê xwedî lê derdikevin, lê ruxmî vê jî tecrîda li ser Rêber Apo her diçe girantir dibe”.

Her wiha Qadir di axaftina xwe de bang li gelê kurd kir û got: “Ev êrîşên li ser gelê Kurd û Rêber Apo tên kirin li tu dera cîhanê nebûye. Ji bo wê jî em divê têkoşînê bikin, tenê bi tekoşîn û fikrên Rêber Apo em dikarin bi ser bikevin.”