BI DÎMEN

Komkujiya li Efrînê li Zurihê hat protestokirin

Kurdên li Zurîhê komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê protesto kirin.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser gundê Kaxirê ya navçeya Mabeta ya Efrînê li bajarê Zurih ê Swîsreyê hat protestokirin. Çalakî ji aliyê PYD û Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê ve li qada Werdmuhle hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa “Bijî Berxwedana Efrînê” hate hilgirtin. Her wiha timî dirûşmeyên ku sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wî teşhîr dikin, hatin berzkirin.

Çalakî di şexsê her du jinên hatin qetilkirin de bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Piştevaniya ya bi Rojava re ya Swîsreyê Cîger Efrîn axivî.

Efrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wî li herêmên dagirkirî li dijî bi hezaran jin û sivîlan, kuştin, girtin, koçberkirina bi darê zorê, destdirêjî û revandina sivîlan jî di nav de binpêkirinên mafan ên giran pêk tîne û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletan li dijî êrîşan rexne kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî mafên mirovan bi bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî tê kirin û ev bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin: “Divê rêxistinên mafên mirovan û alîkariya mirovî ji bo şermezarkirina van sûcan helwesteke cidî raber bike. Civaka navneteweyî divê tavile mudaxeleyî van sûcan bike û zextê li Tirkiyeyê bike ku êrîş û binpêkirinên xwe berde. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên ku li herêmê bi aştî û aramiya herêmê re eleqeder dibin dikin ku ji bo jê vegerandina van sûcan, hesabdayîna kujeran, bidawîkirina dagirkeriyê û ji bo xelkê xwecîhî ya Efrînê vegerin ser xaka xwe gavên şenber û lezgîn biavêjin.”

PEYAMA BERXWEDANÊ HAT DAYÎN

Piştre Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Zozan Derîk têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Kaxirê agahî da. Zozan Derîk îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha got: “Dewleta Tirk li gundê Kaxirê bêyî ku bibêje jin, kalepîr û zarok êrîşî sivîlan kir. Di vê êrîşê de 4 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn. Bi sepandinên qedexeya derketina derve û qutkirina înternetê têkiliya bi herêmê re hatiye qutkirin. Birîndar hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. Li dijî van êrîşan em neçar in ku li kêleka gelê xwe yê li Efrîn û Rojava li ber xwe didin bin.”

Piştî axaftina Zozan Derîk, dirûşmeyên ku komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk teşhîr dikin hatin berzkirin.