‘Em li dijî tecrîda Îmraliyê banga têkoşîna hevpar û xurt dikin’

Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ya li ber Girtîgeha Kurkçuler de, li dijî tecrîda Îmraliyê banga têkoşîna hevpar û xurt hate kirin.

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de dane destpêkirin didome. Malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Kurkçulerê hatin ba hev, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê lidar xist. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz Edeneyê (AYKAY-DER) tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya ku pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiyeke civakî em deng bidin azadiyê” hate hilgirtin de her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Beşdarvanên ku pêşmalkên li ser bi tirkî û kurdî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, nêzî girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Malbatên girtiyan ên destûr nedan ku nêzî girtîgehê bibin di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan.

BANGA JI BO HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya ya di bin dorpêçê de axivî, anî ziman ku li Rojhilata Navîn krîz kûr bûne, îhtîmala şer û pevçûnê her ku diçe zêde dibe û bi lêv kir ku di pêvajoyeke wiha de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dê li dijî şer û dagirkirinê rawestin. Kaya, xwest ku polîtîkayên zextên yên li dijî daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê kurd tên meşandin bên bidawîkirin. Kaya, bang li hêzên demokrasiyê kir ku ji bo dawiyê li tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, girtinên neheq, polîtîkaya rehîneyan a di darizandina Kobanê û Geziyê de were anîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bînin, têkoşîneke hevpar û xurt bimeşînin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.