Li Lubnanê pêla nû ya teqînê: 9 kes mirin û zêdeyî 300 kes birîndar bûn

Di pela nû ya teqîna amûrên ragihandinê de herî kêm 9 kes mirin û zêdetirî 300 kes birîndar bûn.

Li Lubnanê piştî nîvro rêzeteqîneke nû çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de bi taybetî bêtelên aîdê endamên Hîzbûllahê yên li banliyoyên başûrê Beyrûtê, deşta Bekaa, navçeya Saida (Sîdon) û herêma Baalbek a rojhilatê welêt teqiyan.

Li gorî rapora dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di pêla nû ya teqînê de ku bandor li amûrên bêtel dike, 9 kes mirin û zêdeyî 300 kes birîndar bûn.

Parastina sivîl a Lubnanê jî ragihand ku li gelek heremên şewat derketine. Tê diyarkirin ku piştî teqîna amûrên ragihandinê agir bi 15 wesayît û bi dehan wesayitên du teker ketin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gutteres diyar kir ku armanca mantiqa teqanina van amûran ew e ku beriya operasyoneke mezin a leşkerî êrîşeke bergir pêk bînin û got: “Ji ber vê yekê ligel ku bûyer bi serê xwe girîng e, nîşaneyeke ye ku li Lubnanê xeteriyeke cidî heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê rageşiyê divê her tişt were kirin.”