Rojnamevan Candemîr ji nûçeya gendeliyê beraat kir

Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku ji ber nûçeya îhaleya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku beriya mîtînga 2022'an a Serokkomarê Tirk Erdogan bi 2,5 mîlyon TL wesayît kirê kiribûn çêkiriye, doz lê hatibû vekirin, beraat kir.

Rojnamevan Oktay Candemîr beriya serdana Serokkomarê Tirk ê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a sala 2022’an a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îhaleya kirêkirina wesayîtan a bi buhayê 2,5 mîlyon TL’yî hatiye kirin û îhale dane şîrketa bi navê ÇE-TA ya ku xwediyê wê rêveberê berê yê AKP’ê û endamê meclîsa şaredariyê Çetîn Can bi belgeyan nûçeya wê çêkir.

Rêveberê berê yê AKP'ê Çetîn Can ku îhale bi dest xist, îdîa kir ku şîrket ne aîdê wî ye û ew ne rêveberê AKP'ê ye û ji ber namûs, şeref û hurmeta wî xera kiriye der barê Rojnamevan Candemîr de serlêdana sûc kir.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê serlêdana sûc a Can nirxandin kir ku li gel ku navê şîrketê li ser navê wî ye îdia kir ku şîrket ne aîdê wî ye. Serdozgeriya Komarê ya Wanê îdîanameya ku der barê Candemîr de hatibû amadekirin şandin Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê.

Piştî doza ku der barê Candemîr de bi sûcdariya ‘heqereta bi peyameke bi deng an jî bi dîmen’ hat vekirin, parêzerên Çetîn Can, Candemîr geriyan û teklîfa lihevkirinê kirin.

Candemîr teklîfa lihevkirinê bi gotina, ‘Ez li piş nûçeyê me, ez ê li dadgehê piştrast bikim ku nûçe rast e’ qebûl nekir.

9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê biryara beraata Candemîr da.