BI DÎMEN

Jîna Emînî li Sydneyê hat bibîranîn

Jîna Emînî di duyemîn salvegera qetilkirina xwe de li bajarê Sydney ê Awusturyayê bi çalakiyeke hat bîranîn.

Keça Kurd Jîna Emînî ku beriya 2 salan bi hinceta ku porê wê derve ye bi êşkenceyê hate qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Sydney ê Awusturyayê bi çalakiyeke hat bîranîn.

Ji rêveberiya NCKD’ê Ronahî Qendîl di civîna bîranînê de axivî û destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê bi tevgera ku bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çêbû, qonaxekî cuda bi dest xist û li seranserê cîhanê bû hêviyeke.

Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê Brûsk Ayverî jî felsefeya jiyana azad a demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahiya pêşverû û bi taybet gelê Kurd girîng û bi bandor e û anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava bi “Şoreşa Jîna” jî rewşeke gerdûnî qezenç kiriye.

Çalakiya bîranînê piştî pêşandana sînevîzyona li ser bîranîna Jîna Emînî, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû