BI DÎMEN

Meşa Dirêj di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike

Meşa Dirêj ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê dan destpêkirin, di roja xwe ya 3’emîn de li Dortmundê dewam dike.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst di roja sêyemîn a Meşa Dirêj de ji Dortmundê ve nêzî 20 kîlometreyan bimeşin.

Li kolanên Dortmundê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deng veda. Di du rojên derbasbûyî de jî eleqeyekî mezin a kesên derdor hebû.

Di roja sêyemîn a meşa dirêj de dorpêça polîsan zêdetir bû. Komîteya amadekar a çalakiyê gelek caran bang li ciwanan kir ku li dijî provokasyonên gengaz bi hestiyar bin û birêxistin bin.

Çalakvanan daxwaz dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî bê pêkanîn û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û saziyên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê.