Operasyona leşkerî ya li bejahiya Licê dewam dike
Hat ragihandin ku li gundê Pêçarê yê navçeya Lice ya Amedê operasyona leşkerî ya hêzên dewleta Tirk dewam dike.
Hat ragihandin ku li gundê Pêçarê yê navçeya Lice ya Amedê operasyona leşkerî ya hêzên dewleta Tirk dewam dike.
Hat zanîn ku şevê din li gundê Pêçarê yê navçeya Lice ya Amedê bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan careke din operasyona leşkerî hate destpêkirin. Bi destpêkirina operasyonê re liv û tevgera helîkopteran a li qadên Lîs, Çeemê Sarûmê, Zikte û Şehîd Remzî jî zêde bû.
Di 16’ê îlonê de li heman herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Her wiha leşkeran gef li şêniyên gund xwaribûn û heqaret lê kiribûn.