Li Meksîkayê êrişa li dijî dozgerî û polîsan: 13 kes mirin

Li Meksîkayê, di êrişekê de ku tê texmînkirin ji aliyê rêxistinên sûc ve hatiye kirin, gelek polîs û xebatkarên serdozgeriyê hatin kuştin.

Di dema operasyoneke saziya hikumetê de ya bi navê Dozgeriya Giştî ya Meksîkayê, li eyaleta Mexîcoyê êrişek hate kirin. Hate ragihandin ku herî kêm 13 wezîfedar di encama êrişê de mirine. Çavkaniyên ewlekariyê û dozgeriya giştî ragihandin ku êriş li bajarê Coatepec Harînasê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, di dema êrişê de polîs û wezîfedarên dozgeriyê li dijî rêxistinên sûc operasyon dikirin. Hate ragihandin ku pênc ji kesên hatine kuştin polîs in û heyşt jî wezîfedarên dozgeriyê ne.