Li Maliyê êrîşa xwekujî: Herî kêm 50 kes mirin

Li Malî ya dikeve Rojavayê Afrîkayê li dijî kampeke leşkerî êrşek pêk hat. Di encama êrîşê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest da.

Li dijî kampa leşkerî ya li bajarê Gao yê Maliyê ku piraniya welatiyên wê Berberî ne êrîşek pêk hat, li gel 5 êrîşkarên xwekûj, herî kêm 50 kesî mirine. Hat diyarkirin ku di êrîşê de bi dehan kes birîndar jî bûne.

Hat diyarkirin ku di saetên sibehê de li qada ku bi sedan leşker lê kom dibûn, wesayîtekî bombeberkirî xwe li qada ku nêzî 600 leşkerî de teqand. Tê texmînkirin ku di nava leşkerên kirin hedef de, hinek ji wan ji welatê Berberî ku li ser navê koma Platforam alîgirên Hikûmet û CMA'yê ji bo azadiya Azawadê têkoşîn kirin hebûn.

Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê endamên Magrîb El Qaîde ve hatibe kirin.