Li Maliyê di êrişan de 51 kes hatin kuştin

Çeteyan li Maliyê êriş birin ser sê gundên herêma Gaoyê. Herî kêm 51 kes hatin kuştin.

Rêveberên herêmî ragihandin ku êriş li herêmeke li ser sînorê Nîjerê qewimî.

Li gundê Ouatagouna, Karou û Deoutguefê bi hevdemî roja Yekşemê saet di 18:00 de êriş hate kirin.

Li gorî daxuyaniya destpêkê 40 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniya dawî de jî hate ragihandin ku 51 kes hatine kuştin. Li gorî agahiyan êrişkaran malên li gundên navborî talan kirin û piştre jî şewitandin.

Berdevkê artêşa Maliyê serheng Suleyman Dembele êriş piştrast kir, lê belê agahiyên berfireh neda.

Şahidan û çavkaniyên xwecihî jî diyar kirin ku êrişkar li pêşiya gund bi cih bûn û gule li seranserê gund reşandin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê nedaye ser milê xwe.