Li Maliyê 'cîhadîstan' zêdeyî 40 sivîl kuştin

Li herêmên Malî yên li ser sînorê Nîjeryayê, di êrişên 'cîhadîstan' de zêdeyî 40 sivîl hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî û rayedarên xwecihî, li sê wargehên li bakurê Maliyê, roja Yekşemê êriş hatin kirin.

Hate ragihandin ku li gundên Karu, Uataguna û Dautegeftê zêdeyî 40 sivîl di van êrişan de hatin kuştin.

Li gorî rayedarên xwecihî, "terorîst ketin ketin gundan û her kes qetil kirin."

Berdevkekî ewlekariyê ji AFP'ê re axivî û got, "Li Karû 20 sivîl hatin qetilkirin. Li Uatagunayê 14 sivîl û li gundikê Dautegeftê jî hin sivîl hatin qetilkirin."Hate raighandin ku êrişkar bi motorsîkletê ketine gundan.

Malî ku welatekî xizan ê li Sahelê ye, bi taybetî ji sala 2012'an û vir ve li qadên ewlekarsî û siyasetê di nava krîzê de ye.

Li aliyekî raperîna alîgirên serxwebûnê li aliyê din jî êrişên komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê, her wiha sûcên giran ên hêzên ewlekariyê yên navbera civatên etnîkî bûn sedem ku bi hezaran sivîl û leşker jiyana xwe ji dest bidin, bi sed hezaran mirov jî koçber bibin.

Bûyerên tundiyê yên li bakurê welêt dest pê kirin li navenda welêt piştre jî li welatên cîran Bûrkîna Faso û Nîjerê belav bûn.