Li Londonê jina ku tîşortê Charlîe Hebdo li ser hate kêrkirin

Li paytexta Brîtanya Londonê jina ku tîşortê nivîsa ‘Heskirin ji nefretê bihêztire’ li ser, li xwe kiribû hate kêrkirin.

Li Hyde Park a navenda Londonê roja Yekşemê jina ku tîşortê bi nivîsa ‘Heskirin ji nefretê bihêztire’ li ser ku rojnameya mîzahî Charlîe Hebdo kiribû manşeta xwe jî, li xwe kiribû bi kêran êrîşî wê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê polîsên Londonê ve hate kirin, polîs hema di kêliyê de, tîmên alîkariya lezgîn vexwendine cihê bûyerê. Polîsên çûn cihê bûyerê, jineke 39 salî ku ji serê xwe birîndar dîtine. Jin li cihê bûyerê hate dermankirin û rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku xeteriya jiyana wê tine.

Di dîmenên li ser tevna dijîtal pir hate belavkirin de, kesekî cilên reş li ser, êrîş biriye ser jinê, piştre jî jinek ku serê wê xwîn jê tê dixuyê.

Polîsan ragihand ku li cihê bûyerê kêrek dîtine, bang hate kirin ku şahidên cihê bûyerê serî li polîsan bide, têkildarî hincta êrîşan ti spekulasyonan nekin.

Polsî got: “Em hê di serê lêpirsînê de ne, ji bo berpirs bê dîtin em pir kar dikin.”

7’ê Çiley 2015’an li Parîsê birayên Kaûachî bi hinceta ku karîkatorê pêximberê Îslamê Mûhammed hatiye parvekirin avêtibûn ser Charlîe Hebo 12 kes qetil kiribûn.Di nava yên hatin qetilkirin de, ji karîkatorîstên herî mezin ên rojnameyê Cabû û Wolînskî jî hebû.