Li Libnanê Najîb Mîkatî hate peywirdarkirin ji bo ku hikûmeta nû ava bike

Li Libnanê Serokwezîrê berê Najîb Mîkatî hate peywirdarkirin ji bo ku hikûmeta nû ava bike.

Piştî danûstandinên bi rêveberiya Serokkomar Mîchel Aoun desteka Najîb Mîkatî ê 65 salî stand. 42 wekîlan rengê xwe diyar nekirin.

Saad Herîrî ku ji bo hikûmeta nû ava bike 9 mehan bi Mîchel Aoun re bend kirî, piştî muxelefeta civakî 15'ê Tîrmehê mecbûr ma ku îstîfa bike. Beriya Herîrî, piştî teqîna li perava Bêrûdê ya Tebaxa 2020'an Mistefa Adib jî nekari hikûmetê ava bike.

Seîd Herirî û koma parlamenteran jî peywirdarkirina Najîb Mîkatî pejirand, her wiha hevalbendê Mîchel Aoun û hêza siyasî ya bivênevê ya welêt, Hîzbûllah a Şiî jî destek da.

Najîb Mîkatî sala 2005'an û 2011'an seroktiya qebîneya du hikûmetan kir.  Mîkatî divê lîsteya wezîran bike ku ji hêla çîna siyasî ve were qebûlkirin ku bi salan e neguherîne û tim bi gendeliyê dihatin tawanbarkirin.

Mîkatî beriya ku bi serokwezîrtiyê were peywirdarkirin soz dabû ku di nav mehekê de hikûmetê ava bike. Lê hemû îşaret nîşan didin ku ev ê zêdetir bidome.

Li gorî Benqeya Cîhanî Libnan ji sala 1850'î û wir ve krîza herî xirab dijî.

Li gorî kovara Forbes Mîkatî xwedî rastamala  bi qasî 2,7 milyar dolarî ye. Mîkatî weke yek ji sembola gendeliyê ya li welêt tê naskirin.