Li Kabûlê hejmara qurbaniyan zêde dibe

Li Kabûlê di êrişên DAÎŞ'ê de herî kêm 90 kes mirin.

Di êrişên bombeyî de yên li Balafirgeha Kabûlê, ku DAÎŞ'ê berpirsyarî da ser milê xwe, 13 jê leşkerên Emerîkî herî kêm 90 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di êrişên derveyî Balafirgeha Kabûlê de ku çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya wan jî hilda ser milê xwe, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zê debû.

Rayedarekî agahî da BBC û diyar kir ku di êrişên êvara Pêncşemê de 90 kesî jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 150 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 13 jê leşkerên Emerîkî ne.

Reutersê jî ragihand ku rayedarekî Talîbanê diyar kiriye ku herî kêm 28 endamên Talîbanê di êrişan de mirine.