Li Iraqê wezîrên hikumeta nû diyar bûn

Hate îddîakirin ku Adil Abdûlmehdî yê ku ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê hatibû erkdarkirin wezîrên hikumeta nû diyar kir.

Li Iraqê 12’ê Gulanê hilbijartinên giştî hatibûn kirin û piştî 5 meh ji hilbijartinan re derbas bû 2’ê Cotmehê piştî ku serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih hate hilbijartin, Salih Abdûlmehdî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kiribû.

Li gorî qanûna Iraqê divê Abdûlmehdî hikumeta nû di nava mehekê de ava bike. Hate diyarkirin ku Abdûlmehdî wê roja Çarşemê hikumeta nû îlan bike.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin Adil Abdûlmehdî beriya ku kabîneya xwe îlan bike pêşnûmeya wezaretan a nû ji partiyên Iraqê, lîste û partiyên siyasî yên Kurdistanê re şandiye.

Abdûlmehdî ji bo Kurdan sê wezîrtî pêşniyar kir û wezîrên girîng da Lîsteya El Fetîh ya ku Hadî Amîrî serokatiya wê dike.

Di nivîsa ku Adil Abdûlmehdî ji bo partiyên siyasî şandî de hate gotin ku parvekirina wezîran li borî rêjeya dengê partiyan a di hilbijartinê de hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku wezareta koçberî, edalet û maliyeyê ji bo Kurdan hatiye pêşniyar kirin.

Li gorî pêşnûmeyê parvekirina wezîran wiha ye;

1- Koalîsyona Reform (Lîsteya Saîrûn û Nasir): Wezareta Petrol, Veguhestin, Tenduristî, Ceyran, Perwerdehiya Bilind û Çavkaniyên Avê

2- Koalîsyona Şîî Bîna (Lîsteya Dewleta Yasa û Fetîh): Wezareta Karê Derve, Navxweyî, Çandinî-Av, Xebat-Civak û Endazyarî

3- Koalîsyona Reform û Bîna Girseya Sinne a di nav de: Alîkarê Serokkomar, Wezareta Parastin, Sanayî, Plansazî, Bazirganî û Ciwan

4-Girseya Kurdistan: Wezareta Maliye, Edalet û Koçberiyê

5-Girseya Xiristiyan: Wezarta Çandê

Li gorî agahiyên hatine wergirtin ji 3 wezaretên ji bo Kurdistanê hatine diyar kirin 2 ji bo PDK û yek jî ji bo YNK’ê hatiye dayîn.

Diyar bu herdu wezareta Maliye û Gumruk a ku PDK’ê daxwaz kiriye ji bo PDK’ê hatiye dayîn. Alî Sindî ji bo Wezîrê Maliyeyê û Viyan Dexîl jî Wezîra Koçberiyê hatine peywirdarkirin. Hate îddîakirin ku erka Wezareta Edaletê jî ji YNK’ê ji bo Xalid Şwanî hatiye dayîn.