NÛ BÛ- Li Hindistanê trenek pê li welatiyan kir: 50 kes mirin

Li Eyaleta Pencap a Hindistanê, dema cejneke ya Hindiyan dihate pîrozkirin, trenekê pê li welatiyên li ser rayên trenê bûn, kir. Hate ragihandin ku di bûyerê de 50 kes mirine.

Li Eyaleta Pencap a Hindistanê trenekê pê li welatiyên li ser rayên trenê bûn, kirin. Televîzyonên Hindistanê ragihandin ku bi kêmanî 50 kes mirine.

Çavkaniyên polîsan têkildarî qezaya li bajarê Amrîtsar a ji bo Sîkleran pîroz e agahî da, destnîşan kir ku piranî kesên mirine yên li ser rayan rûniştî yan jî li ser rayan rawestiyayî bûne.

Hate ragihandin ku ji ber qelebalixa zêde, dengê hatina trenê nehatiye bihîstin. Çavkaniyên polîsan anî ziman ku bi kêmanî 50 kes mirine.