Li Hindistanê erd şemitî: 36 kes mirin, bi dehan kes winda ne

Li rojavayê Hindistanê, ji ber barana mûsonê erd şemitî û herî kêm 36 kes mirin. Bi dehan kes jî winda ne.

Li eyaleta Maharashtrayê ku paytexta wê Bombay e, li navçeya Raîgadê roja Pêncşemê sê caran erd şemitî.

Li gorî rayedarên xwecihî 35-40 kes di binê axê de man. Di her sê bûyeran de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber barana ku 24 saetan bênavber bariya, çemê Vashîshtî di ser re çû.

Li taxên Chîplûnê bi qasî 3.5 metreyî av bilind bû.

Dawiya hefteyê li bajarê Bombayê ji ber barana mûsonê dîwarek hilweşiya bû û di encamê de herî kêm 34 kes miribûn.