Li her devera cîhanê çalakî

Li her devera cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê û çalakî berbelav dibin.

 

STÛTGART

Li Stuttgart Konigstrasse Ecke Ma

rstallstraseyê ji bo Leyla Guvene çalakiyeke destekdayinê çêbû.

Di çalakiyê de nameya Leyla Guven a li mîtînga Amedê hatî xwendin, hate xwendin, piştre hate gotin Leyla Guven li gel ku parlamenter e di girtîgehê de ye û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ketiye greva birçîbûnê.

Di daxuyaniyê de hate gotin rewşa tendiristiyê ya Leyla Guven di rewşeke krîtîk de ye, bêdengiya çapemeniya Elman hate destnîşankirin û hate gotin heke wekîleke Elman li girtîgehê di greva birçîbûnê de bûya ew ê bêdeng bimana yan na.

Her wiha ji bo çalakiya li Lautenschlagerstrasseyê jî bang hate kirin, ku çalakî 26'ê Çile, saet 14.00'an wê pêk were.

LONDRA

Li ser banga Meclîsa Jinan a Roj bi sedan jin li ber avahiya BBC Londrayê hatin cem hev û li daxwaza Leyla Guven xwedî derketin. Jinên Kurd demekê li ber deriyê sereke ya têketa BBC'yê rûniştin.

Di çalakiyê de gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin, 'Duh Mandêla îro Ocalan', ''dewleta Tirk a faşîst', 'em hemû Leyla ne''.

Li ser nûçeyeke BBC'yê ya têkilî berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven, ji ber ku peyameke bi heqerat derbarê Ocalan hatibû dayin, şandeyeke ji Meclîsa Jinan a Roj xwestin ku bi rayearan re biaxivin, lê ji ber ku personelên ewlehiyê yên BBC'yê nehiştin, jinên Kurd deriyê sereke yê BBC'yê ji çûnûhatinê re gritin û demekê çalakiya rûniştinê kirin. Li ser vê polîsên Ingilîz xwestin ku jin dawî li çalakiyê bîninn, jinan bi dirûşmeyan bersiv li vê daxwaza polîsan vegerandin û çalakiya xwe domadnin. Piştî ku jinana gotin polîs bi temamî vekişin ew ê dawî li çalakiya xwe bînin, polîsan bi pa ve gav avêtin. Çalakiya rûniştinê nêzî çar saetan domand.

Endama Meclîsa Jinan a Roj Elîf Sariçinar got berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatiye ber sînorê mirinê û xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest rabe.

DRAGUÎGNAN


Kurdistaniyên li Fransa Dragûîgnanê destek dane greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Strasboûrg û Hewlêrê. Kurdistaniyan meş kirin, posterên Ocalan û alayên PKK'ê hildan û belavok belav kirin.

SYDNEY

Kurdistaniyên li Sydneyê, li parlamentoya NSW'ê ya Sydneyê bi parlamentera Partiya Keskan Jaîme Parker re rûniştin. Şandeya Kurdistanê têkilî rewşa Leyla Guven agahî da. Parker got li gel wekîlên Keskan ên Avûstralya û Zelandaya Nû ew ê kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin û li Parlamentoya Federal mijarê bînin rojevê. Parker got, ''Ez ê nameyê ji Wezîrê Karê Derve yê Avûstralyayê re jî bişînim da ku dawî li grevên birçîbûnê û tecrîdê were.''


ADÎGEY


Kurdên ku li Rûsyayê dijîn ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bibe xwedî şertên xebata azad, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê ji bo destekê bidine grevên birçîbûnê yên ji bo rabûna tecrîda girankirî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûne ji hêla Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê ve bi tevlêbûna 15 kesan dest pê kir.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Feyzo Huseyîn li ser greva birçîbûnê ya li Navenda Çanda Kurd axivî û got, ''Ji bo desteka li Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îlhan Şîş û desteka li li grevên birçîbûnê yên li zindanan em li Adigeyê dest bi greva birçîbûnê dikin. Heta ku berxwedana gelê Kurd serfiraz bibe çalakiyên me wê bidomin..''

Piştî axaftinê, çalakgerên greva birçîbûnê axivîn, tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a li ser Ocalan şermezar kirin.

KRASNÎKUT

Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkûtê ji bo tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd şermezar bike daxuyaniyeke çapemenyê da.  Di daxuyaniya çapemeniyê de gelek Kurd hazir bûn.

Serokê Otonomiyê Ramazan Budakov di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir, diyar kir ku ew çalakgerên greva birçîbûnê slav dikin, destekê didin wan. Budakov ji Rûsyayê û hêzên navdewletî xwest ku bêyî ku bi derengî bikeve tevbigerin û got ''Ji ber ku Rêbertiya me di çêbûna Kurdê azad de xwedî risteke mezin e ev tecrîd û zext li ser tê danîn.''

Piştî axaftina Budavok nûnerên dî yên saziyan ku tevlî daxuyaniyê bûn, polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku ew destekê didine çalakgerên greva birçîbûnê.